خرید بک لینک

Forma Girê Spî ya Civaka Sivîl di raporekê de bal kişand ser têkiliyên çeteyên DAIŞ’ê bi Tirkiyeyê re.

Li gor rapora Servîsa Kurmancî ya Kurdpress`ê ji zarê Hawarê, Forma Girê Spî ya Civaka Sivîl raporeke di derbarê şer û pevçûnên ku ji 27 heta 29‘ê mehê de li Girê Spî rû dane, her wiha têkiliyên dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ‘ê re û êrîşên ku li dijî nûqteyên YPG/YPJ‘ê pêk tînin, amade kir.

Di raporê de bal hate kişandin li ser hevkariya di navbera hikûmeta serokwezîrê Tirkiyê Ehmd Davudoglu û çeteyan de, di raporê de hate gotin:” di 26‘ê sibata 2016‘an de, leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor bajaroka Hemam Turkumen topbaran kir, da ku şevanên Hêzên Sûreyeye Demokratîk (QSD) bi derbasbûna komên çete di riya sînor de ji bo gundewarên rojhilatê Girê Spî, mijûl bikin. Çeteyên DAIŞ‘ê nûqteyên Nes Tel, Xiweyra, Kentîra derbarî herêmê bûn, 3 komên qasî 100 çete derbasî herêmê bûn, li gel wan dewleta Tirkiyê bi çekên giran ji seatên 01:00 gundên Şiyûx, Yabîse û El-Menbetih topbaran kir, her wiha Nexweşxaneya Niştimanî û avahiya herêmên QSD‘ê bi topan topbaran kir, çeteyanjî ji aliyê Rojhilat hetanî Rojava gundê Kentera, Hemam Turkumen û El-Şerkerak êrîşên xwe pêk danîn.”

Di raopra Forma Girê Spî de hate diyar kirin ku Komên çete di serê sibeha roja 27‘ê sibata 2016‘an de careke din êrîşên xwe pêk anîn, Şervanên QSD‘ê bi alîkariya Hêzên Asayîşa Rojava bersiva êrîşên çeteyan dan, di nav bera wan de pevçûn li 15 nûqteyan derketin, komên çete derbasî gundê Hemam Turkem, Eyn El-Erûs û hin taxên Girê Spî.

Li gorî Forma Girê Spî ya Civaka Sivîl, pevçûn di nava 3 rojan li Girê Spî û gundewarên wê berdewam kir, hemû nuqteyên ku çeteyên DAIŞ‘ê de tê bi cih bibûn hatin rizgarkirin, riya Heleb, Hesekê jî hate rizgarkirin. Li gel şervanên QSD‘ê, Hêzên Asayîşa Rojava, şervanên YPG‘ê ji Kobanê, Hêzên Antî Teror, Hat, balafirên Abatchî yên Koalisyona Navnetewî beşdarî şer bibûn. Her wiha di raporê de encamên vî şerê hate zelalkirin ku 120 çeteyên DAIŞ‘ê hatin kuştin, avahiya çandê û zêdetirî 20 xanî û avahî hatin hilweşandin.

Di dawiya rapora Forma Girê Spî ya Civaka Sivîl bal hate kişandin li ser hevkariya komên çeteyên DAIŞ‘ê bi artêşa Tirk re û ev agahî hatin dayîn:” di serê sibeha roja 29‘ê sibata 2016‘an de, bi taybet piştî ku dewleta Tirk xwe dît ku têk diçe, êrîşên xwe li gelek nûqteyên herêma Girê Spî pêk anî, gundê El-Munbetih, Yabîse, hin gundewarên rojhilatê Kobanê topbaran kir, bi vî awayî dewlet Tirk nêzî 20 top avêtin Girê Spî, di nava 72 seatên de 4 topên giran, ji nîv seat heta 2 seatên, êrîş kir.”

کۆدی بابهت: 53729 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۲ | کاتژمێر: 10 : 32

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 12 اسفند 1394 ساعت: 13:17

صفحه بندی