خرید بک لینک

Sêyemîn Pêşbirka Kurteçîrokên Hewramî ji aliyê navenda çandê ya `Nesîmê Ferhengê Hewraman` ve û bi alîkariya Îdareya Çand û Îrşada Îslamî ya Paweyê li wî bajarî hat birêvebirin.

Li gor rapora nûçegîhanê Kurdpress`ê, rêvebirê Sêyemîn Pêşbirka Kurteçîrokên Hewramî ji ber pêşbirkê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: Armancên sereke yên xebatên bi vî rengî, hînbûn, naskirin û parastina zimanê hewramî ye û bi xêra xebatên wiha eleqeya ji bo hîbnûna zimanê hewramî di nav ciwanan de zêde bûye.

Îbrahîm Şems got: Ji 2 meh berî niha û piştî belavbûna vexwendiameya pêşbirkê, zêdetirî 80 berhem ji bo navendê hatin şandin ku piştî analîzkirinan 63 çîrok hatin pejirandin.

Yekemîn pêşbirka kurteçîrokên hewramî li bajarê Nodşeyê û pêşbirka duyem jî li Merîwanê hatibû lidarxistin.

کۆدی بابهت: 56958 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۲ | کاتژمێر: 14 : 14

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 2 خرداد 1395 ساعت: 20:17

صفحه بندی