خرید بک لینک

Li parêzgeha Hemedanê 2 kesên ser bi rêxistina terorê ya DAÎŞ`ê hatin girtin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê televîzyona Îranê ya nûçeyan, Ebtehî, rêveber giştî yê Îdareya Îstixbaratê ya parêzgeha Hemedanê nûçeya girtina 2 îraniyên têkildarî DAÎŞ`ê ragihand û wiha pê de çû: Îdareya Îstixbaratê ya parêzgeha Hemedanê 2 endamên rêxistina terorê ya DAÎŞ`ê ku hevwelatiyên Îranê bûn, desteser kirin.

Ebtehî diyar kir ku parêzgeha Hemedanê li ser rêya di navbera parêzgehên sînorî û navendî yên Îranê de ye û got: Tevî ku Hemedan li gel parêzgehên sînorî cîran e jî, lê îro di bin saya hêzên ewlehî û îstixbaratê de, ewlehiya parêzgehê di asta herî bilind de ye.

کۆدی بابهت: 56969 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳ | کاتژمێر: 9 : 52

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 3 خرداد 1395 ساعت: 13:13

صفحه بندی