خرید بک لینک

Martin Schulz, serokê Parlamena Ewrûpayê guherînên siyasî yên di demên dawî de li Tirkiyeyê bi awayekî tund rexne kir.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Martin Schulz ji rojnameya Kolner Stadt-Anzeiger`ê re axivî û got ku Tirkiye gelek bi lez ji nirxên Ewrûpayê dûr dikeve.

Serokê PE`yê Schulz diyar kir ku Tirkiye her ku diçe ber bi dewleta yekzilamî ve dimeşe û wiha berdewam kir: Divê Serokwezîr Angela Merkel û rêvebiriya Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî zelal ji serokomar Erdoxan re bibêjin ku polîtîkayên wan ne li gor nirxên Ewrûpayê ne, ev polîtîka pêvajoya endamtiya YE`yê ne tene dixîne zehmetiyê, belku dixîne rewşa nepêkan.

Schulz aşkere kir ku ji bo welatiyên tirk mafê rêwîtiya bêvîze wergirin, divê hikûmeta tirk şertên pêwîst bicih bîne. Herweha bang li rayedarên EY`yê jî kir û got ku divê li hember van pêşketinan bêdeng nemînin.

Spûtnîk

کۆدی بابهت: 57014 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳ | کاتژمێر: 15 : 44

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 3 خرداد 1395 ساعت: 21:38

صفحه بندی