خرید بک لینک

Dengbêjên kurd ji bo destekkirina malbatên xizan, wê li navçeya Mirgevera Ûrmiyeyê konserekê lidar bixînin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, roja înê, 27`ê gulanê dengbêjên kurd wê li navçeya Mirgevera Ûrmiyeyê li bajarokê Zêweyê konserekê lidar bixînin û dê dahatiyên wê pêşkêşî malbatên xizan bikin.

Ev konser di bin navê `Konsera Mûzîkê ya Kurdiya Îranî` de û ji aliyê encumena îslamî ya navçeya Sîlvanayê û bi alîkariya Îdareya Bihzîstiyê ya Ûrmiyeyê li bajarokê Zêweyê ya ser bi herêma Mirgevera Ûrmiyeyê tê lidarxistin û ji xelkê herêmê hatiye xwestin bi awayekî xurt beşdar bibin.

Konser wê roja înê, 27`ê gulanê, danê piştî nîvro di demjimêr 15:30`an de dest pê bike û dengbêj Kawîs Mîlanî, Miseyîb Gulşenzade, Kerem Hemîdî, Menaf Şaboyî û hin dengbêjên din ên navçeyên Mirgever û Tirgevera Ûrmiyeyê wê stranên xwe pêşkêş bikin.

Ev konser bi mebesta alîkariya ji bo malbatên hejar û xizan ên herêmê tê lidarxistin û dahatiyên wê dê pêşkêşî wan bên kirin.

کۆدی بابهت: 57015 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۳ | کاتژمێر: 16 : 27

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 4 خرداد 1395 ساعت: 8:51

صفحه بندی