Li gor rapora Kurdpress`ê, HPGê û YBŞê ragihandin, wan bi hezaran gerîlla û şervan amade kirine û dê tevlî operasyona kontrolkirina Mûsilê bibin. Serokê Komîtgeya Ewlehiyê ya Encumena Mûsilê jî dibêje, ne ew hêz û ne jî milîsên Heşda Şeibî bi ti awayî nabe ku beşdarî operasyonê bibin.
Her yek ji Hêzên Parastina Gel (HPG) baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ragihandin, ew dê beşdarî operasyona Mûsilê bibin û dê bi hezaran gerîlla û şervanan êrişî Mûsilê bikin.
Fermandeyê Leşekrî yê YBŞê Heval Mezlûm ji Rûdawê re ragihand, wan zêdetirî 2 hezar çekdar li Çiyayê Şingalê û derdora wê hene û niha amadekariyan dikin, daku beşdarî di operasyona girtina bajarê Mûsilê de bikin.
Li ser çawaniya beşdariya wan û herwiha derbarê wê çendê ku gelo kê yan jî kîjan alî rê daye wan ku di wê operasyonê de beşdar bin, Heval Mezlûm got, ew dê bi rêya wan aliyan beşdar bin, ku ew bi xwe dizanin û li ser wê yekê zanyariyên zêdetir neda.
Mezlûm herwiha got: “Ew yek yekalî bûye, ku em dê beşdarî di şerê rizgarkirina Mûsilê de bikin.”
Her li ser heman mijarê, Fermandeyekî HPGê li Şingalê ku nexwast, navê wî were aşkerekirin, ji Rûdawê re da xuyakirin, ew jî dê wek hêzek cuda di operasyona Mûsilê de beşdar bin û zêdetirî 2 hezra û 500 şervan jî li Çiyayê Şingal bi hêza wan re ne.
Fermandeyê HPGê got, hejmareke zêde ya şervanan dê beşdarî di şerê Mûsilê de bikin.
Wî fermandeyê HPGê tekezî li ser wê yekê jî kir, ku pêwendî û hevrêziya wan ligel Hikûmeta Iraqê gellek baş e û ew bo beşdarbûna xwe di şerê girtina Mûsilê de razîbûna Bexdayê werdigrin.
Fermandeyê HPGyî destnîşan kir, wan ji mêj vex we bo beşdarîkirin di operasyona Mûsilê de amade kiriye û bo vê mebestê jî demek dibe, ku ew rahênanê bi şervanên xwe dikin.
Ji aliyekê din ve berpirsekî pilebilind ê ewlehiyê yê parêzgeha Mûsilê beşdarbûna HPG û YBŞ di operasyona Mûsilê de red dike.
Serokê Komîteya Ewlehiyê di Encumena Parêzgeha Mûsilê de Haşim Birîfkanî red kir, ku bêyî razîbûna Encumena Parêzgeha Mûsilê ti hêzek beşdarî operasyona derxistina DAIŞê ji Mûsilê bibe.
Birîfkanî ji Rûdawê re got: “Em beşdariya hêzeke wek Heşda Şeibî qebûl nakin, îca em ê çawna hêzên weke HPG û YBŞ qebûl bikin? Her hêzek ku em di vê baweriyê de bin, xelkê Mûsilê bi wan razî nabe, em red dikin û bi ti şêweyî jî em qebûl nakin, çimkî em dizanin xizmeta proseyê nake.”
کۆدی بابهت: 53737 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۲ | کاتژمێر: 12 : 22
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار