Ji bo teşwîqkirin û zêdekirina xwendina pirtûkên kurdî, kurdekî Êlihê yê bi navê Bilal Adlig, li ser Twitterê helmetek daye destpêkirin û niha gelek kes pirtûkan ji hev re dişînin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Bilal Adlig li ser hesabê xwe yê Twitterê pêşniyarek li şopînerên xwe kiriye ku her kurdek 4 kesan hilbijêre û ji wan re pirtûkan bişîne da ku bixwînin.
Adlig pêşniyara xwe wiha berdewam dike: Bila ew kesên ku pirtûkan dişînin, xwendina pirtûkan bişopînin. Herwiha ew her çar kesên ku pirtûk wergiritibûn jî, her yek ji wan, pirtûkan ji 4 hevalên xwe re bişîne.
Helmetê di Nîsanê de dest pê kiriye û Bilal diyar dike ku wan heta niha 100 pirtûk ji hevalên xwe re şandine û wan jî bi qasî wan ji hevalên xwe re şandine.
Hêjayî gotinê ye ku Omer Faruk Baran, xwediyê pirtûka helbestan a xwedan dirêjtirîn nav û Mihemed Şamaran jî piştgiriya vê helmetê dikin.
کۆدی بابهت: 57062 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۴ | کاتژمێر: 19 : 27
برچسب:
نویسنده: استخدام کار