خرید بک لینک

Rêxistina Talibanê, piştî kuştina Mele Mensûr ji aliyê Amerîkayê ve, emîrê xwe yê nû diyar kir.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Heybetullah Axunzade wekî serkirdeyê nû yê Talibana Efxanistanê hate erkdarkirin.

Serkirdeyê berê, Mele Exter Mensûr beriya şeş rojan, li Pakistanê di êrîşeke dronî de ku ji aliyê serokê Amerîkayê, Barack Obama ve hatibû pesendkirin, hate kuştin.

Mensûr, par, du sal piştî mirina Mele Omer, wekî serkirdeyê nû yê Talibanê hatibû hilbijartin.

Taliban, heta dagîrkirina Amerîkayê ya 2001`ê li Efxanistanê desthilatdar bû. Piştî rûxîna Emîrtiya Îslamî ya Efxanistanê ji aliyê hêzên amerîkî ve, Taliban li çiyayan şerê hikûmetê dike.

Rûdaw

کۆدی بابهت: 57111 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۵ | کاتژمێر: 16 : 58

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 5 خرداد 1395 ساعت: 22:26

صفحه بندی