خرید بک لینک

Kilam û stranên ku Mîr Celadet Elî Bedirxan berhev kiribûn û di kovarên Hawar û Ronahiyê de dabûn weşandin ji aliyê weşanxaneya Avestayê ve dîsa hatin çapkirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, berhevoka bi navê "Stranvan" ji stran, kilam û berhemên din ên fulklorîk pêk tê ku hinek ji wan ên Celadet Bedirxan bixwe û hinekên din jî yên gelerî ne.

Weşanxaneya Avestayê "Stranvan" wekî yek ji berhemên nivîskar, zimaas, wergêr, rojnamevan û mîrê kurd, Mîr Celadet Elî Bedirxan weşand.

Avesta di danasîna berhemê de dibêje ku beşek ji wan stran û kilaman, bi taybet ên ku bi navên Deladet Aalî Bedîr-Khan, Herekol Azîzan, Stranvan, Stranvanê Hawarê û Dîlokvan hatine weşandin ên Mîr Bedirxan bixwe ne.

Ji bilî wan, stranên Ehmedê Fermanê Kîkî, R. Lescot û yên bê anonîm jî di berhevokê de hene.

Pirtûk ji 128 rûpelan pêk tê û bi awayekî kronolojîk, yanî bi rêza dîrokî ya ku Hawar û Ronahiyê ew belav kirine, cih daye kilaman.

کۆدی بابهت: 57110 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۵ | کاتژمێر: 16 : 44

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 5 خرداد 1395 ساعت: 22:26

صفحه بندی