Yevgeniy Lukyanov, cîgirê sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê ragihand ku hetanî îro di operasyonên Sûriyeyê de 28 hezar terorîst hatine kuştin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, cîgirê sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê, Yevgeniy Lukyanov ragihand ku hetanî îro di operasyonên Sûriyeyê de 28 hezar terorîstên DAIŞ û El-Nûsrayê hatine kuştin.
Yevgeniy Lukyanov, cîgirê sekreterê Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê li paytexta Çeçenistanê li Grozniyê piştî konferansa ewlehiyê ya navneteweyî di civîna çapemeniyê de pirsên rojnamevanan bersivandin û got: Li gorî texmînên me 30`yê îlonê dema ku operasyonan destpê kirin, derdora 80 hezar milîtan hebûn û heta niha nêzî 28 hezar terorîst hatine kuştin. Di vir de keda artêşa Sûriyeyê jî heye.
Yevgeniy Lukyanov di berdewamiya axaftinên xwe de got: Herwiha di operasyonên hêzên koalisyona hevpeyman a bi pêşengiya Amerîkayê de jî derdora 5 hezar milîtanên terorîst hatine kuştin.
کۆدی بابهت: 57109 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۵ | کاتژمێر: 15 : 53
برچسب:
نویسنده: استخدام کار