خرید بک لینک

Li gor rapora Kurdpress`ê, YPG’ê encamên êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku di 27’ê Sibatê de bi piştgiriya dewleta tirk li ser Girê Sipî, bajarokên Siluk û Mebruka pêk hatibûn, eşkere kirin.

Li gor nûçeya ANHA`yê, YPG’ê destnîşan kir ku di pevçûnên 3 rojan de 291 çete hatine kuştin, 43 şervanên YPG/YPJ û Hêzên Parastina Civakî jiyana xwe ji dest dane.

YPG’ê derbarê mijarê de li Serêkaniyê civînek çapemeniyê lidar xist. Berdevkê YPG’ê Rêdur Xelîl di civînê de agahî dan û destnîşan kir ku bêyî destek û alîkariya Tirkiyeyê ne mumkun e ku çeteyên DAIŞ’ê yên 35 km dûrî herêmê ne, êrîşêke wiha berfireh lidar bixin. Xelîl da zanîn ku 3 cihên ku çeteyan kiribûn hedefa xwe li beramberî qereqolên leşkerî yên Tirkiyeyê ne.

Rêdûr Xelîl da zanîn ku li ser bersivdayîna hêzên YPG/YPJ’ê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) di encama pevçûnên 3 rojan de 291 çete hatine kuştin û ji wana cenazeyên 125 kesan ketine destê YPG/YPJ’ê. Her wiha 6 çete jî bi saxî hatine girtin. Xelîl got ku di pevçûnan de gelek belge jî hatine desteserkirin.

Xelîl anî ziman ku di pevçûnan de 43 şervanên YPG/YPJ’ê û Hêzên Parastina Civakî jiyana xwe ji dest dane.

کۆدی بابهت: 53750 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۲ | کاتژمێر: 13 : 37

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 12 اسفند 1394 ساعت: 16:53

صفحه بندی