Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) operasyona bakûrê Reqqayê a bi desteka hewayî ya hevpeymanan didomînin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, duh, di roja yekem a operasyonê de gundê Qertac û 2 mezrayên wê hatin rizgarkirin.
Li gor agahiyên ku Rûdaw`ê ji çavkaniyên xwe yên deverê wergirtine, balafirên hevpeymanan jî gundê Hêşayê bombe kirine da ku pêşiya hêzên kurd û ereb vebe.
Hêzên taybet ên amerîkî jî ku ji aliyê Barack Obama ve hatine erkdarkirin, bi rola şêwirmendiyê di operasyonê beşdar in.
کۆدی بابهت: 57112 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۵ | کاتژمێر: 19 : 42
برچسب:
نویسنده: استخدام کار