Operasyona ku hêzên HSD’ê di 24’ê gulanê de li bakûrê Reqayê dabû destpêkirin, berdewam dike.
Li gor rapora Kurdpress`ê, piştî pevçûnên duh û rizgarkirina gelek herêman, şevê din hinekî bêdengî hebû. Lê di saetên sere sibehê de liv û tevger ji nû ve dest pê kir.
Şervanên HSD’ê li başûrê bajaroka Eyn Îsa'yê çeperên çeteyên DAIŞ’ê hedef digirin.
Ji destpêka operasyonê heta niha şervanên HSD’ê 6 km pêşve çûne û gelek gund û gundik rizgar kirine.
ANHA
کۆدی بابهت: 57138 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۶ | کاتژمێر: 17 : 43
برچسب:
نویسنده: استخدام کار