خرید بک لینک

Li Tirkiyeyê gotegot tên belavkirin ku endamê konseya rêvebir a KCK'ê û berpirsê HPG'ê qaşo di operasyonan de hatiye terorkirin.

Li gor rapora Kurdpress'ê ji zarê, îro 26'ê gulanê di hejmareke zêde de ji çapemeniya Tirkiyeyê de hatiye belavkirin ku endamê konseya rêvebir a KCK'ê û berpirsê giştî yê HPG'ê Mirad Karayilan di operasyoneke artêşa Tirkiyeyê yên Bordo Bereliyen de li Qendîlê hatiye terorkirin. Lê di derbarê buyerê de ti hûrgiliyek nehatiye belavkirin.

Ji aliyê din ve çavkaniyeke agahdar di nav PKK'ê de, ku nexwast navê xwe eşkere bike, ji Bas News'ê re got; ‘’Ev gotegot hewldanên neyarên PKK'ê ne û dixwazin bandorê li ser Hêzên Parastina Gel bikin.’’ Herwiha got: ‘’Ev nûçe rast nîne û tiştek wiha pêk nehatiye. ‘’

Li gor zanyariyên Bas News'ê ku ji çavkaniyeke taybet bi dest xistine, siyaseta PKK'ê ya di mijarên wiha de ew e ku mijar pir veşartî bimîne.

کۆدی بابهت: 57137 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۶ | کاتژمێر: 17 : 24

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 7 خرداد 1395 ساعت: 5:25

صفحه بندی