خرید بک لینک

Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporekê de ragihand ku di 5 salan de di şer û pêvçûnên Suriyeyê de, 283 hezar kes hatine kuştin.

Li gor rapora Kurdpress`ê, Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyê Yekbûyî (NY) ya li Cenevê, rapora nû ya çavdêrên mafên mirovan a li ser Suriyeyê bi awayekî nivîskî eşkere kir.

Di raporê de tê diyarkirin ku li Suriyeyê di 5 salên dawî de 283 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji wan 81 hezar û 436 kes sivîl in, 10 hezar û 40 kes zarok, 9 hezar û 106 kes jî jin in.

Ji kesên hatine kuştin 48 hezar û 568 kes endamên rêxistinên teror û muxalefetê, 47 hezar û 95 kes jî kesên ji derve hatine Suriyeyê û tevlî rêxistnên terorê bûne.

Her wiha 56 hezar û 609 kes leşkerên hikûmeta Sûriyeyê ne. Hat gotin ku ev hejmar yên heta dawiya meha adara 2016'an in.

Çavkanî: SAHAR TV

کۆدی بابهت: 57140 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۷ | کاتژمێر: 16 : 5

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 7 خرداد 1395 ساعت: 22:02

صفحه بندی