Piştî çaksaziya ku du mehan li ser tora elektrîkê û bendava Tişrînê Rêvebreriya Elektirîkê li bajarê Kobanê karî wî bajarî piştî 3 salan bi elektirîkê ronî bike.
Li gor rapora Servîsa Kurmancî ya Kurdpress`ê ji zarê K24ê, derbarê gihandina elektirîkê ji bendava Tişrînê bo bajarê Kobanê piştî sê salan, wê Rêvebera Dezgeha elektirîkê li bajarê Kobanê Fehin Mihmed daxuyaniyek belav kir û tê de behsa karê du mehan li ser çaksaziya tora elektirîkê kir û herwiha tekez kir ku ew dê gundên Kobanê jî di hundirê heftiyekî de bi elektirîkê ronî bikin.
Rêveberiya Elektirîkê ji seat 4ê êvarê heta sibeha roja din taxên rojavayê Kobanê û çend gundên li ser sînorê Bakûr bi elektirîkê ronî dike. Li gor berbirsên elektirîkê tenê di dema sibehê de bi armanca berdewamiya proseya çaksaziyê wê elektirîk bê qutkirin.
Rêveberiya Elektirîkê huşdarî da welatiyan ku destê xwe navêjin ti alavên elektirîkê ji ber ku ew niha li ser dabeşkirina elektîrêkê bo navçeyên din yê Bajarê Kobanê kar dikin.
کۆدی بابهت: 53749 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۲ | کاتژمێر: 13 : 28
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار