Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş di kongreya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP)de axivî.
Li gor rapora Kurdpress`ê, Demirtaş di kongereya ku li payexta Tirkiyeyê, Enqereyê hate lidarxistin de got: Eger Tirkiye ya tirkan be, bila formula pêkvejiyanê bibînin. Na, eger ya me hemiyan be, derfeta me ya pêkvejiyanê heye. Gelê kurd heye, neteweyek e û welatê wan Kurdistan e.
Em mafên xwe dixwazin
Hevserokê HDP`ê diyar kir ku desthilata tirk giftûgo û diyalogê wekî "xiyanet li welêt" dibîne û got: Em ji wan lava nakin. Em ê siberoja xwe bi destê xwe bihûnin. Bedel dê giran be, lê encam serfirazî ye. Em mafdar in, ev çeka me ya herî bihêz e li hemberî hemî dinyayê. Me gundên ti kesî neşewitandine û bi milyonan kes bê cih û war nekirine. Em dixwazin di nav aştiyê de bijîn. Em dixwazin mafên me bêne qebûlkirin.
Demirtaş ragihand ku Tirkiye ber bi rejîmeke dîktatorî ve diçe û kesên teslîmî wê zihniyetê nabin wekî terorîst tê nasandin.
Demirtaş got: Bi tunehesibandina kurdan heta îro tu pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Min duh jî got, ew dixwazin em bibin kurdên naylonî. Lêbelê rûmet di wê kurdîtiyê de ne. Ji ber ku em dengê xwe bilind dikin, dixwazin em bedel bidin.
Demir Çelîk, hevserokê DBP`ê ji aliyê xwe ve di axifina kongereya partiya xwe de got: Kurdistana demokratîk a xweser ne projeyeke parçebûnê ye. Pêwîst nake bê terorîzekirin. Jixwe bi meşrûiyeta xwerêvebiriya gelan hatiye qebûlkirin. Karê me, avakirina wê ye.
Rûdaw
کۆدی بابهت: 57192 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۸ | کاتژمێر: 20 : 42
برچسب:
نویسنده: استخدام کار