خرید بک لینک

Erdoxan û Bînalî Yildirim îro di bin rêgiriyên herî tund ên ewlehiyê de çûn Amedê.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, serokkomar û serokwezîrê Tirkiyeyê ji bo vekirina 116 pirojeyan îro hatin Amedê û li bajêr bergiriyên ewlekariyê di asta herî bilind de ne. Li ser banan nîşangir hatin bicihkirin û rê ji trafîkê re hatin girtin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan û Serokwezîrê nû Bînalî Yildirim ji bo vekirina 116 projeyan îro hatin Amedê. Li bajarê Amedê ev du hefte ne amadekarî tên kirin û di vê çarêçoveyê de 42 kes hatin binçavkirin. Li hejmara polîsên bajêr 2 hezar û 600 polîsên din hatin zêdekirin.

Hat zanîn ku serokkomarê Tirkiyê wê li ber deriyê walîtiya Amedê axaftinekê bike, ji ber vê jî li ser banên nêzîkî walîtiyê nîşangir hatin bicihkirin û rê ji trafîkê re hatin girtin. Herwiha Erdoxan wê serdana gundê Herbecînê jî bike ku 16 gundiyan di encama teqîna kamyonê de jiyana xwe ji dest dabûn.

کۆدی بابهت: 57191 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۸ | کاتژمێر: 20 : 28

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 9 خرداد 1395 ساعت: 0:07

صفحه بندی