خرید بک لینک

Wezîrên alman diyar kirin ku eger Enqere guhertinên daxwazkirî di qanûnê de neyîne cih, wê vîze ji bo welatiyên Tirkiyeyê ranebe.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîkê, nakokiyên di navbera Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyeyê de ji bo rêkeftina vîzeyê, kûrtir dibin. Piştî ku serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan gotibû `eger vîze neyê rakirin, ew ê rêkeftina penaberan fesx bike`, vê carê Almanyayê gef li Tirkiyeyê xwarin.

Thomas de Maiziere, wezîrê Almanyayê yê karên hindur got: Eger mercên pêwîst bo serbestiya vîzeyê neyên bicihanîn, serbestiya vîzeyê jî dê çênebe.

Hêjayî gotinê ye ku YE`yê 72 merc danîne pêşiya Tirkiyeyê ku wan bîne cih, lê Enqere dibêje: Ez qanûna terorê naguherînim.

Bertekeke din jî ji wezîrê dadweriyê yê Almanyayê Heiko Maas hat.

Maas di hevpyevîneke Neuer Osnabrücker Zeitung de diyar kir ku divê ew guh bidin kiryarên Erdoxan, ne gotinên wî û wiha dewam kir: Mercên diyar hene ta ku vîze bê rakirin û ev merc hîn jî nehatine cih. Bila Erdoxan heta sibehê biqîre.

کۆدی بابهت: 57190 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۸ | کاتژمێر: 20 : 13

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 9 خرداد 1395 ساعت: 0:07

صفحه بندی