خرید بک لینک

Bînalî Yildirim: Ji bo PKK`ê meseleya kurdan tuneye. Pirsgirêka we û ya Tirkiyeyê PKK`ya rêxistina terorê ye. Me soz daye û sond xwariye ku em ê vê pirsgirêkê ji rojeva Tirkiyeyê derxînin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa Anadol`ê, serokwezîr Bînalî Yildirim û Serokomar Receb Tayîb Erdoxan li Amedê beşdarî merasima vekirinê ya avahiya termînala nû ya Balafirgeha Amedê û tesîsên ku nû hatine çêkirin, bûn û axaftin kir.

Yildirim di axaftina xwe ya li Amedê ya di merasima vekirinên giştî de wiha got: Ji bo PKK`ê meseleya kurdan tuneye. Pirsgirêka we û ya Tirkiyeyê PKK`ya rêxistina terorê ye. Me soz daye û sond xwariye ku em ê vê meseleyê ji rojeva Tirkiyeyê derxînin.

Serokwezîr Yildirim diyar kir ku divê bi meseleyên Amedê ra eleqedar bibin û wiha got: Divê li gel derdên gelê Amedê, pirsgirêkên binesazî û rêyan re eleqedar bibûna lê belê piştgirî dan rêxistina terorê. Em vê dizanin û çi hewce bike em ê bikin.

کۆدی بابهت: 57193 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۸ | کاتژمێر: 22 : 0

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 9 خرداد 1395 ساعت: 1:24

صفحه بندی