Navenda birêvebirina karûbarên serokkomariyê, nûnerên taybet ên serokkomar ji bo serdana navçeyên parêzgeha Ûrmiyeyê diyar kirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê kanala navenda birêvebirina karûbarên serokkomar a telegramê, Mecîd Ensarî cîgirê serokkomar ê di karûbarên parlemenê de li Miyanduavê, Mehmûd Elewî wezîrê îstixbaratê li Neqedeyê, Elî Yûnisî alîkarê taybet ê serkkomar yê di warê kêmneteweyên olî û zimanî de li Serdeşt û Pîranşarê, Mesûme Îbtikar cîgira serokkomar li Selmasê, Şehîndoxt Molaverdî cîgira serokkomar li Xoyê, Hemîd Çîtçiyan wezîrê enerjiyê li Çardêran û Makûyê, Elîesxer Fanî wezîrê perwerdeyê li Poldeşt û Şotê û herwiha Ebulfezl Rezewî cîgirê serokkomar ê herêmên xizan û bêpişk jî li bajarên Tekav, Şahîndij û Bokanê wekî nûnerên taybet ên serokkomar amade bibin.
Ev serdan wê bi qasî du rojan dewam bike.
Hesen Rohanî wê sibe, duşemiyê, 30`yê gulanê, danê sibehê di demjimêr 9:30`an bigihîje Ûrmiyeyê û li Yarîgeha Textiyê xîtabî gel bike.
serokkomar wê di roja duyem a serdanê de jî ji bo vekirina petrokîmiya mezin a Mihabadê serdana wî bajarî bike û piştî merasima vekirinê ji gel re biaxive.
کۆدی بابهت: 57260 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۹ | کاتژمێر: 18 : 41
برچسب:
نویسنده: استخدام کار