Bi qasî 426 xwendekarên amadehiyê (Bekelorya) yên kantona Efrînê îro ketin ezmûnên dawiya salê.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê ANHA`yê, kantona Efrînê ezmûnên xwendekarên lîseyê (bekelorya) ên beşên zanistî, wêjeyî, finûn, sîhna, çandinî û bazirganiyê tevlî ezmûnên dawî yên sala xwendinê ya 2015-2016’an bûn.
Hejmara xwendekarên zanistê 190, wêje 133, finûn 3, sîna 10, bazirganî 12 û çandiniyê jî 4 kes bûn. Dê ezmûn heta 31’ê hizêranê dewam bikin.
Di heman demê de 73 xwendekarên sala duyemîn ên peymangeha navîn bi beşên xwe yên tenduristî, kompiyûter, rêveberiya kar, çandinî û mesreh jî tevlî ezmûnên xwe yên dawî bûn.
Ji wan xwendekar 20 kes beşa tenduristiyê dixwînin, 18 kompiyûter, 21 rêveberiya kar, 7 çandinî û 7 jî şano ne.
Xwenedkarên peymangha sala yekem jî duh ezmûnên xwe lidar xistin, ezmûn dê heta 28’ê hizêranê dewam bike.
کۆدی بابهت: 57261 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۹ | کاتژمێر: 18 : 58
برچسب:
نویسنده: استخدام کار