خرید بک لینک

Fermandariya giştî ya YPG`ê li Efrînê ragihand ku wan wek helwestek bo bersivdana êrişên komên çekdar ên girêdayî dijbereya Sûriyeyê bo ser taxa Şêx Meqsûd a Helebê, hemî rêyên di navbera Efrîn û Îdlibê de girtin.

Fermandariya YPG`ê ya kantona Efrînê li ser êrişên komên girêdayî dijbereya Sûriyeyê yên li ser taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê û herwiha deverên ku bi Herêma Şehba tên naskirin û herwiha derbarê korîdora di navbera Efrîn û Îdlibê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya YPG`ê de tê gotin ku piştî êrişên çekdarên DAIŞ`ê bo ser Ezazê û herwiha dorpêçkirina devera Marih, wan wek YPG`ê biryar dan ku wek helwestek mirovî rêyên di navbera kantona Efrînê û herêma Îdlib vekin û pêşwaziyê li xelkê koçber bikin.

YPG herwiha dide xuyakirin ku zêdebarî helwesta wan a mirovî, komên çekdar ên ser bi dijbereya Sûriyeyê êrişên xwe li dijî kurdan û bi taybet li dijî taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê dijwartir kirin.

YPG`ê teqez kir ku di êrişên vê dawiyê yên komên çekdar bo ser taxa Şêx Meqsûd de 6 şervanên wan û 9 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

YPG`ê di beşeke din a daxuaniya xwe de got ku komên çekdar ên girêdayî dijbereya Sûriyeyê helwestek dijminane li xwe nîşan dan û wan ji ber wê yekê biryara girtina hemî rêyên di navbera Efrîn û Îdlibê de dane.

کۆدی بابهت: 57276 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۰ | کاتژمێر: 9 : 53

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 10 خرداد 1395 ساعت: 13:01

صفحه بندی