Li hember qereqola Zeyrekê ya navçeya Qulpê ya Amedê êrîşeke bombeyê pêk hat.
Li gor rapora Kurdpress`ê, wesayita bombekirî dema ku xwest êrîşî qereqolê bike, ji hêla cerdevanan ve hate ferqkirin. Di navbera cerdevanan û kesên di wesayitê de şer derket. Di dema şer de wesayita bombekirî teqiya û di encamê de yek jê giran 5 cerdevan birîndar bûn.
Di daxuyaniya ku ji hêla waliyê Amedê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku 5 cerdevan, yek jê welatî bi giştî 6 kes birîndar bûne.
کۆدی بابهت: 57275 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۰ | کاتژمێر: 9 : 34
برچسب:
نویسنده: استخدام کار