Li gor agahiyên ku parlamenterê HDP`ê Ferhat Encû dane, artêşa Tirkiyeyê li Roboskiyê li hember kesên ku li ser sînor bazirganî dikirin topên havanê avêtine. Di encamê de gundiyê bi navê Vedat Encu jiyana xwe ji dest daye.
Li gor rapora Kurdpress`ê, li hember gundiyên Roboskiyê topên havanê hatin avêtin. Agahiyên derbarê bûyerê de destpêkê ji hêla parlamenterê HDP`ê yê Şiexê, Ferhat Encu ve li ser twitter`ê hatin parvekirin. Li gor van agahiyan gundiyên Roboskiyê ku girêdayî navçeya Qilabana Şiexê ye dema ji bo qaçaxiyê diçûn Herêma Kurdistanê, rastî bombebarana Fermandariya Gulyaziyê hatin.
کۆدی بابهت: 57274 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۰ | کاتژمێر: 9 : 10
برچسب:
نویسنده: استخدام کار