خرید بک لینک

Serokkomarê Îranê Hesen Rohanî teqez li ser vê yekê kir ku divê parêzgeha Ûrmiyeyê bibe termînala danûstandinên aborî û sînorên wê bibin sembola pêşveçûna aboriyê û wiha got: Pirsgirêka sereke ya welêt pirsgirêka aborî û bêkariya ciwanan e û ji bo gihîştina bi armancên netewî divê mijarên derkenar bên paşguhkirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera ragihandinê ya Dewlet`ê, Hesen Rohanî roja duşaniyê di mitînga xelkê bajarê Ûrmiyeyê de xitabî gel kir û got: Ewlehiya Îranê ya heyî di bin saya perçema îslam, wilayeta feqîh, keda hêzên çekdar û yekîtî û pêşveçûnê de hatiye dabînkirin.

Hesen Rohanî herwiha di beşek ji axaftinên xwe de hemî netewe û etnîkên îranî wekî beramber, bira û şaxeyên xurt ên Îrana îslamî dan zanîn û wiha got: Nabe ku kesek li pey çêkirina nakokî û dubendiyan be, em ê hemî ji bo Îrana îslamî fedakariyan bikin.

کۆدی بابهت: 57311 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۰ | کاتژمێر: 17 : 41

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 10 خرداد 1395 ساعت: 20:29

صفحه بندی