Piştî gellek civînên rêxistinên sivîl, lîsteya namzedên Yekîtiya Kurdên Tehranê hat diyarkirin û biryar e li navendên curbecur propagandayên xwe dest pê bike.
Li gor rapora Kurdpress`ê, ev lîste li gor hêz û şiyanên kesayetiyan hatiye amadekirin û girêdayî ti hêz û aliyekî nîne û tê de hem ji aliyê reformxwaz, hem isûlgera û hem jî kesayetiyên serbixwe tên dîtin.
Cemşîd Wezîrî yek ji berpirsên Yekîtiya Kurdên Tehranê ji Kurdpress`ê re got: 19 kes ji endamên lîsteyê ji herêmên kurdan û Xurasanê ne û yên din jî ji kesên ku amadehî û piştgîriya xwe ji bo endambûn û xwestekên lîsteyên ragihandine pêk tê.
کۆدی بابهت: 53156 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۱/۳۰ | کاتژمێر: 18 : 37
- - , .
برچسب:
نویسنده: استخدام کار