Endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Efrînê Delîl Xilnêr di encama êrîşa hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest da.
Li gor rapora Kurdpress`ê, YPG`ê di malpera xwe ya fermî de ragihand ku hêzên artêşa Tirkiyeyê di 28`ê gulanê de, topên hewanê avêtine gundê Mer'naz yê herêma Şehbayê. Di encama vê topbaranê de endamê Meclîsa Leşkerî ya Kantona Efrînê, Delîl Xilnêr jiyana xwe ji dest daye.
YPG dibêje ku Xilnêr ji Efrînê ye û di sala 1980ê de jidayik bûye.
Jêder: Spûtnîk
کۆدی بابهت: 57314 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۰ | کاتژمێر: 18 : 28
برچسب:
نویسنده: استخدام کار