Li Wanê endamên PKK`ê bi teqemeniya destçêkirî êrîşî polîsan kirin û di encamê de 2 polîs hatin kuştin û yek jî birîndar bû.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, li navçeya Îpekyoluyê ya taxa Hacîbekirê hêzên PKK`ê li ser rê teqemeniya destçêkirî çal kirin û dema ku wesayîta polîsan derbas bû teqîn pêk hat.
Di bûyerê de 2 polîsên di wesaîtê jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. Polîsê birîndar rakirin nexweşxaneyê.
Piştî teqînê gelek wesayîtên zirxî sewqî cihê bûyerê hatin kirin û li herêmê operasyona bejahî û esmanî hat destpêkirin.
کۆدی بابهت: 57313 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۰ | کاتژمێر: 18 : 11
برچسب:
نویسنده: استخدام کار