خرید بک لینک

Parlementerê kurd ê bajarê Bokanê wekî çavdêr bû endamê heyeta birêvebir a parlemena Komara Îslamî ya Îranê.

Li gor rapora Kurdpress`ê, îro, sêşemiyê hilbijartinên heyeta birêvebir a parlemena Îranê birêve çûn û ji bo hilbijartina çavdêrên heyeta dayîmî ya birêvebir a parlemenê deng hatin dayîn. Di dengdanê de ji 278 dengên ku hatin bikaranîn, Mihemed Aşûriyê Taziyanî bi 165 dengan, Bêhrûz Nêmetî bi 154 dengan û Mihemedqesîm Osmanî bi 138 dengan, karîn pirraniya dengan bi dest bixînin.

Osmanî di dîroka parlemena Îranê de yekemîn parlementerê/a kurd e ku 3 caran li pey hev wekî parementer tê hilbijartin.

Evdilkerîm Hisênzade parlementerê Neqede û Şinoyê jî yek ji 12 berendamên debîriya heyeta birêvebir bû, lê nekarî dengên pêwîst bi dest bixîne.

کۆدی بابهت: 57365 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۱ | کاتژمێر: 19 : 1

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 11 خرداد 1395 ساعت: 22:13

صفحه بندی