Derheqê parlamentera berê ya HDP`ê Sebahet Tûncel de, bi hinceta ku li polîs daye, fermana girtinê hat dayîn.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Bas News`ê, di newroza sala 2011`an de li bajarê Şiexê, dema ku HDP`ê xwestibû xwepêşandanê bike, rastî mudaxeleya hêzên ewlehiyê hatibû. Wê demê di navbera parlamentera HDP`ê Sebahet Tûncel û rêveberê asayîşa Şiexê Murat Çetîner de alozî derketibû.
Di wê aloziyê de Tûncel sîleyek li binê guhê wî rayedarê asayîşê dabû.
Piştî çend salan, dadgehê îro derheqê wê bûyerê de biryara dawî da. Li gorî fermana dadgehê, Tûncel divê salekê bikeve zîndanê û 8 hezar û 500 lîre (nêzîkî 3 hezar dolar) jî pere bide.
Di naveroka fermana dadgehê de hatiye gotin ku ji ber ku Tûncel poşman nebûye, cezayê wê nayê kêmkirin.
کۆدی بابهت: 57364 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۱ | کاتژمێر: 18 : 35
برچسب:
نویسنده: استخدام کار