Hat îdiakirin ku polîsan hişyarî dane komên muzîkê yên dawetan û wiha gotine: Êdî di stranên li dawetan de tên gotin, peyvên wekî heval, kesk, sor û zer qedexe ne û nabe ku bên gotin. Ev stran stranên siyasî ne û hatine qedexekirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, li bajarê Wanê polîsan bi destûra walî, 300 komên muzîkê yên kurdî hişyar kirin ku di stranên kurdî yên dewetan de peyvên wek heval, serok, kesk, sor û zer neyên gotin.
Li gorî polîs û walitiyê stran û kelepora kurdan dibe sedema propagandaya rêxistina terorê.
Ji aliyê din ve, polîsan gef li 300 komên muzîkê yên kurdî xwarine û ji wan re gotine: Eger hûn di stranên xwe de, heval, serok, kesk, sor û zer bibêjin, em ê dest deyînin ser amûrên we yên muzîkê û we desteser bikin.
کۆدی بابهت: 57416 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۲ | کاتژمێر: 15 : 34
برچسب:
نویسنده: استخدام کار