خرید بک لینک

Riza Teqîzade, serokê giştî yê Saziya Kar a parêzgeha Ûrmiyeyê ji ber sedema ku agahiya wî ji qamçîlêdana karkerên kaniya zêran a Axdereyê tinebûye, ji aliyê wezîrê îranê yê kar ve ji kar hat avêtin.

Li gor rapora Kurdprss`ê, çavkaniyeke agahdar ji wezareta kar ev nûçe ji ajansa nûçeyan a ÎLNA`yê re ragihand û got: Bi destûra Elî Rebîyî, wezîrê kar, îro, çarşemî, 1`ê hezîranê serokê giştî yê Saziya Kar a parzêgeha Ûrmiyeyê, piştî du sal û nîvê ji kar hat avêtin û wê di demeke nêz de kesek din di dewsa wî de bê hilbijartin.

Çend roj berî niha ajansa ÎLNA`yê ragihandibû ku cezayê qaçîlêdanê û herwiha cezayê pereyan a 17 karkerên kaniya zêran a Axdereyê ku ji aliyê dozgeriya parêzgeha Ûrmiyeyê ve li wan hatibû birrîn, hatiye bicihanîn.

Karkerên demsalê yên kaniya zêran a Axdereyê ku li gor sozên berê yên ku ji wan re hatibû dayîn, daxwaza qirardadên xwe kiribûn, lê ji ber nepejirandina xwediyê kar, civîneka nerazîbûnê lidarxistibûn.

کۆدی بابهت: 57415 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۲ | کاتژمێر: 15 : 23

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: چهارشنبه 12 خرداد 1395 ساعت: 21:21

صفحه بندی