خرید بک لینک

Walîtiya Dêrsimê ragihand ku li navçeya Pilûrê 9 dever ji hatûçûnê re hatine qedexekirin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, walîtiya Dêrsimê duh, çarşemiyê, 1`ê hezîrana 2016`an di daxuyaniyeke nivîskî de 9 dever li navçeya Pilûrê bi hinceta ´ewlekariya welatiyan´ wek ´deverên ewlehiya taybet´ ji hatûçûnê re qedexe kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ev qedexe wê ji 1 heta 9`ê hezîranê berdewam be.

Walîtiyê li gel kordînatan, navên deverên qedexekirî wiha rêz kirine; Taxa Eroxlû, Çambûlak, Çiyayên Mercanê, Newala Kiran, Girê Qinikan, Warê Golan, Taxa Egercî, Dulbektaşi, Taxa Kiziloren.

Tê texmînkirin ku hêzên Tirkiyeyê yên ewlehiyê li wan cihan dest bi operasyonê bikin.

کۆدی بابهت: 57431 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۳ | کاتژمێر: 9 : 58

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 13 خرداد 1395 ساعت: 13:02

صفحه بندی