خرید بک لینک

Bi bidawîbûna jimartina dengan li Tehranê 30 parlementer hatin hilbijartin.

Li gor rapora Kurdpress'ê, roja înê piştî bidawîbûna hilbijartinan, jimartina dengan dest pê kir û heya duşemiyê dewam kir û 30 kesên ku karîn pirraniya dengan bi dest bixînin, wekî parlementer hartin hilbijartin. Ji 30 kesên serkeftî yên di lîsteya bi navê Hêvî de, 9 ji wan di lîsteya Yekîtiya Kurd a Tehranê de jî cih digirtin. Ji ber propagandayên berfireh ên ku li Tehran û derdorên wê ji aliyê yekîtiyê ve hatibû kirin, Yekîtiya Kurd a Tehranê karî dengê hejmarek berbiçav ji welatiyê kurd, lor û zagrosiyan di dest bixîne.

Di hilbijartinên Tehranê de namzedên ji herêmên kurdan ên di lîsteya Yekîtiya Kurd a Tehranê de Ferîde Ewladîqbal bi bidestxistina 984 hezar û 545 dengan, Bêhrûz Nêmetî bi 916 hezar û 18 dengan, Perwane Mafî bi 915 hezar û 808 dengan û 6 kesên din ên ji herêmên Zagros û cihên din ên bi navên Mihemedriza Arif, Mistefa Kewakibiyan, Elîriza Mehcûb, Perwane Selehşûr, Kazim Celalî û Mihemedelî Wekîlî karîn pirraniya dengan bi dest bixînin û wekî parlementer hatin hilbijartin.

کۆدی بابهت: 53769 | بهروار: ۱۳۹۴/۱۲/۱۲ | کاتژمێر: 20 : 31

- - , .

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 13 اسفند 1394 ساعت: 2:03

صفحه بندی