Erdoxan der heqê biryara Parlementoya Almanyayê de got: Ev biryara Almanyayê wê bandoreke cidî li pêwendiyên me bike
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê AA`yê, Erdoxan der barê pêşnûmaya bûyerên 1915`an a ku li Parlementoya Almanyayê hat qebûlkirin de got: Biryara ku Parlamentoya Almanyayê da, di rastiyê de biryareke wisa ye ku wê bi awayekî cidî bandorî li ser pêwendiyên Almanya û Tirkiyeyê bike. Dema ku em vegeriyan, em ê vê binirxînin û gaveke çawa ku divê bê avêtin, em ê biavêjin û li ser vê em ê biaxivin.
Herwiha Bînalî Yildirim serokkomarê Tirkiyeyê jî ragihand ku wan li hember vê biryara Parlementoya Almanyayê balyozê wî welatî yê li Tirkiyeyê vexwendine.
کۆدی بابهت: 57465 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۳ | کاتژمێر: 19 : 55
برچسب:
نویسنده: استخدام کار