خرید بک لینک

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ragihand ku bi tenê 10 km maye ku ew bigihêjin Minbicê û daxwaz ji sivîlan kir ku ji cihên çekdarên DAIŞ`ê yên li nav Minbicê dûr bikevin.

Li gorî berpirsên amerîkî ku ji Reutersê re eşkere kirine, operasyona rizgarkirina bajarokê Minbicê ji destê DAIŞ`ê, bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û piştevaniya hêzên taybet ên amerîkî berdewam dike.

Hêzên Sûryeya Demokratîk bi piştevaniya balafirên Hevpeymaniya Navdewletî pêşve diçin.

Li gor agahiyan, şervanên Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku di nav HSD`ê de cihê xwe digirin, êrişî çekdarên DAIŞ`ê kirine û gundê Mistefa Hemadî bidest xistine.

HSD`ê daxwaz ji welatiyên sivîl yên Minbicê kir ku dûrî cihên DAIŞ`ê yên li nav bajêr bikevin û herwiha alîkariya wan bikin.

کۆدی بابهت: 57464 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۳ | کاتژمێر: 19 : 42

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: جمعه 14 خرداد 1395 ساعت: 0:56

صفحه بندی