Parlamenterê HDP`ê yê Wanê Nadir Yildirim, bi pêşniyaameyekê, bicihkirina tirkên Ahiskayê li Bedlîsê ji wezîrê karên hindur ê Tirkiyeyê Efkan Ala pirsî.
Li gor rapora Kurdpress`ê, dewleta Tirkiyeyê berî niha 1206 tirkên Ahiskayê ji Ukraynayê anîbûn û li Erzniganê bi cih kiribûn. Niha jî biryareke din hatiye dayîn ku 30 malbatên din li navçeya Xelatê ya bajarê Bedlîsê bên bicihkirin.
Parlamenterê HDP`ê yê Wanê Nadir Yildirim diyar kir ku li navçeya Xelata Bedlîsê bi darê zorê gund hatine valakirin û tirkên Ahiskayê hatine bicihkirin. Yildirim wiha dewam kir: 30 malbatên tirkên Ahiskaliya li malên ku TOKI`yê çekirine tên bicihkirin û kar jî ji bo wan hatiye amadekirin.
Ji bo vê sedemê Nadir Yildirim jî bi pêşniyaameyekî, bicihkirina tirkên Ahiskayê li Bedlîsê ji Wezîrê karên hindur ê Tirkiyeyê Efkan Ala pirsî.
Parlamenterê HDP`ê yê Wanê Nadir Yildirim ragihand ku bicihkirina 30 malbatên tirkên Ahiskayê, serdema damezirandina Komara Tirkiyeyê tîne bîra mirov ku wê demê gelek koçber ji gelek deveran anîn û ew li herêmê bi cih kirin û bi vî awayî demografî, sosyolojî, çand û pêkhateya herêmê guherandin. Pilana wê çaxê ku "Îslahata Şerqê" (Şark Islahat) bû, gelo ew pilan ji nû ve tê sepandin.
کۆدی بابهت: 57463 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۳ | کاتژمێر: 19 : 31
برچسب:
نویسنده: استخدام کار