Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hate îdiyakirin ku di şeva 31`ê gulanê de, 20 kes bi ambulansan anîne sînorê Sûryeyê, ew li vir kuştine û piştre cenazeyên wan şewitandine.
Li gor rapora Kurdpress`ê, ev îdiya ji hêla ajansa nûçeyan a Dîcleyê (DİHA) ve hate belavkirin. Ajans radigihîne ku di şeva 31`ê gulanê de 20 kes ji hêla hêzên dewletê ve hatine kuştin. Ajans nûçeyê dispêre çavkaniyeke ku nexwestiye navê xwe aşkere bike. Çavkaniyê gotiye ku li navçeyê piştî bangên ‘teslîmbûnê', di demjimêr derdora 22`an de 4 ambulans li gel wesayitek leşkerî hatine ber sînor.
Li gor îdiyayê 20 kes ji van ambulansan hatine daxistin û ew kirine 3 kom. Di vê esnayê de wesayiteke leşkerî û wesayiteke sivîl jî hatin. Piştî demekê wesayita leşkerî ji wir dûr ket û di wê esnayê de gule li wan 20 kesan hate reşandin û ew hatin kuştin.
Çavkanî îdiya dike ku ji ber ku ronahiya ambulansekê pêxistîbû, wî her tişt bi awayekî zelal dîtiye. Çavkanî herweha dibêje ku piştî kuştina wan, cenaze avêtine ser hev û tev şewitandine. Herweha diyar dike ku hêzên leşkerî bombe avêtine nav taxan ku kes nikaribe derkeve û bûyerê nebine.
Li gorî îdiyaya heman çavkaniyê, serê sibehê wesayiteke din ya bizirx hatiye heman cihî û tiştên li dû mane jî şewitandine.
Ajans dibêje ku ew gihaştine hin çavkaniyên din ên û wan jî heman agahî piştrast kirine.
Jêder: Spûtnîk
کۆدی بابهت: 57500 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۵ | کاتژمێر: 11 : 35
برچسب:
نویسنده: استخدام کار