Roja pêncşemiyê, 2`yê hezîranê liqa mehnameya Jîlvanê li Ûrmiyeyê bi merasimekê ku bi beşdarbûna gelek çalakên çandî û hunerî yên Ûrmiyeyê û herwiha berpirsên Jîlvanê birêve çû, hat vekirin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, roja pêncşemiyê, 2`yê hezîranê, danê piştî nîvro, li Ûrmiyeyê liqa mehnameya Jîlvanê ku destûra weşana wê ji aliyê îdareya çand û îrşada îslamî ve hatiye dayîn, bi merasimekê ku gelek çalakên çandî û hunerî yên Ûrmiyeyê û herwiha berpirsên Jîlvanê tê de beşdar bûn de, hat vekirin.
Îrfan Geylanîzade berpirsê liqa Ûrmiyeyê ya mehnameya Jîlvanê ji nûçegîhanê Kurdpress`ê re ragihand: Navenda Jîlvanê li Sineyê ye û ev mehname wê bi du zimanên farisî û kurdî weşana xwe bike û kurdiya wê jî dê bi du rênivîsên latîn û aramî û bi hemî zaravayên kurdî be.
Helbestvanê kurd Îrfan Geylanîzade derbarê armanca mehnameya Jîlvanê de jî got: Armanca mehnameya Jîlvanê ew e ku baweriyê bide hemî kesên ku di qada nivîsînê de xebatê dikin û ev xebat hemî warên ziman, şano, fîlm, çîrok, destan, helbest û hwd digire nav xwe û Jîlvan dê bibe qadeke çandê ku her kes wê xwe di nav wê de bibîne.
کۆدی بابهت: 57499 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۵ | کاتژمێر: 11 : 14
برچسب:
نویسنده: استخدام کار