خرید بک لینک

Ayetulah Xamineyî, rêberê Komara Îslamî ya Îranê sibeha Îro di hevdîtina li gel serok û endamên parlemenê de parastina desthilatdarî, heybet û cêgeha parlemenê ji her mijareke din girîngtir nirxand û bal kişand ser pêwîstiya zagonsaziya baş ji aliyê parlemenê ve û herwiha erkên girîng ên wê yên di warên aboriya xweragir, çand û siyaseta navxweyî, herêmî û navnetewî de rêz kirin û got: Divê parlemen hevdem li gel vejandina rihê aramiyê li welêt, `înqilabî` be û di warê zagonsaziyê de înqilabê tevbigere û li dijî helwestên zêdexwazane û bikîn ên Amerîkayê bertekan nîşan bide û herwiha li dijî siyasetên zêdexwaz û zorbêjan raweste.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê malpera ragihandinê ya nivîsîngeha rêberê Komara Îslamî ya Îranê, rêberê welêt di destpêka axaftinên xwe de ji ber ku karîne wekî parlementer derfeta xizmetkariyê di parlemenê bi dest bixînin, pîrozbahiya parlementeran kir û herwiha cêgeha parlemenê pirr bilind û biqîmet da zanîn û wiha berdewam kir: Erka zagonsaziyê li parlemenê, erkeke pirr girîng e û di rastiyê de wekî çêkirina rêhesinê ji bo hereket û pêşveçûna dewletê ye.

Ayetulah Xamineyî herwiha diyar kir ku erka çavdêriyê ya parlemenê bi ti awayî li hember mijara hevkariya wê ya li gel dewletê deakeve û got: Ev hevkarî nayê wê wateyê ku parlemen ji mafên xwe gavan paşve biavêje û divê parlementer jî li gor erkên xwe yên qanûnî, li ser çawaniya bicihanîna qanûnê pêgir bin.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê herwiha bal kişand ser aboriya welêt û wiha got: Pirsgirêka sereke ya welêt, aborî ye ku pêwîst e em wê çareser bikin.

کۆدی بابهت: 57559 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۶ | کاتژمێر: 17 : 44

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: يکشنبه 16 خرداد 1395 ساعت: 21:52

صفحه بندی