Piştî ku hate ragihandin ku operasyona navçeya Nisêbînê bidawî hatiye, tîmên taybet ên hêzên artêşa Tirkiyeyê, , alên Tirkiyeyê li gelek avahiyên wêrankirî daliqandin û pîrozbahî li dar xistin.
Li gor rapora Kurdpress`ê, li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî 82 rojan bi daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê hate ragihandin ku operasyon bi dawî hatiye. Piştî vê agahiyê derket holê ku tîmên taybet alên Tirkiyeyê li gelek avahiyên wêrankirî daliqandine. Herweha li nava bajêr bi wesayitên xwe geriyane û pîrozbahî li dar xistine.
Piştî ku walîtiyê daxuyaniya bidawîhatina operasyonê da, duh di medyaya Tirkiyeyê de hate ragihandin ku li tevahiya bajêr, li demjimêrên sibehê ji bo ku niştecihan ji xewê rakin, sirûda tirk ya bi navê Îstîklal Marşî hatiye weşandin.
Spûtnîk
کۆدی بابهت: 57561 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۶ | کاتژمێر: 19 : 38
برچسب:
نویسنده: استخدام کار