خرید بک لینک

Hewldana Niha Ji Bo Zarokan Aşitî, di çarçoveya Roja Zarokên Ji Şer Bibandor Bûne ya Navneteweyî raporek weşand, di raporê de hat diyarkirin ku li "herêmên qedexe" herî kêm 80 zarokan jiyana xwe ji dest daye.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê DÎHA`yê, Hewldana Niha Ji Bo Zarokan Aiştî, di çarçoveyha Roja Zarokên Ji Şer Bibandor Bûne ya Navneteweyî ya ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê diyarkirin, derbarê mafên zarokan de raporek amade kir. Hewldanê diyar kir ku herî zêde zarok ji şer bibandor dibin û ev tişt hat gotin: Divê dewlet di binê her şert û mercî de mafên zarokan biparêze, divê her kesê/a ku vî mafê zarokan binpê bike, teqez bê cezakirin.

Hewldana Qanûna Parastina Zarokan a ku Tirkiyeyê jî bi awayekî fermî ew qebûl kiriye û Peymana Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku Tirkiye jî alîgirê wê ye, bi bîr xist ku dewletên alîgir, di dema pevçûnan de hiqûqa ku di qada navneteweyî de ji bo wan hatiye diyarkirin, divê zarok jî di nav de hemî parastinên sivîlan bên kirin.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê ji 16'ê tebaxa 2015'an û vir ve herî kêm li 7 bajar û 22 navçeyan "qedexeya derketina derve" hatiye îlankirin û di vê demê de herî kêm 80 zarokan di şeran de jiyana xwe ji dest dane. Ji ber êrişên ku li hemberî zarokan pêk hatine û ji ber astengkirina tedawiyê, van zarokan jiyana xwe ji dest dane.

کۆدی بابهت: 57611 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۷ | کاتژمێر: 19 : 55

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 17 خرداد 1395 ساعت: 23:22

صفحه بندی