خرید بک لینک

Hevserokê HDP`ê û parlamenterê Stenbolê Selahedîn Demirtaş derbare diplomaya Erdoxan de ragihand ku heke diplomaya wî tunebe serokomarî diweşe.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, hevserokê HDP`ê û parlamenterê Stenbolê Selahedîn Demirtaş derbare diplomaya Erdoxan de ragihand ku heke diplomaya wî tinebe serokomarî diweşe. Qanûn dibêje ku heke neyê îspatkirin ku diplomaya wî ya dibistana bilind heye, serokomariya wî hildiweşe.

Selahedîn Demirtaş beriya civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî li ber deriyê navenda avahiya giştî daxuyaniyek da çapemeniyê û behsa dîplomaya serokomar Receb Tayîb Erdoxan kir û ragihand ku li gorî qanûnê heke neyê îspatkirin ku dîplomaya wî heye, serokomarî hildiweşe.

Demirtaş di berdewamiya axaftina xwe de got: Ez namzedê serokomariyê bûm û ew jî reqîbê min bû. Me kopyayên dîplomayên xwe pêşkêşî Lîjneya Bilind a Hilbijartinê kirin. Di endambûna parlamenteriyê de jî ev kopya tê dayîn. Bi rojan e ku ev mijar tê nîqaşkirin. Divê Lîjneya Bilind a Hilbijartinê derbarê mijarê de daxuyaniyekê belav bike. Em ê jî serî li Lîjneya Bilind a Hilbijatinê bidin û bipirsin ku dema ev kes bû namzed, we belgeyên wî kontrol kirin an na? Li holê ne dîploma û ne jî hevalekî wî yê zanîngehê heye. Ji kerema xwe bila yek derkeve û bibêje ez hevalê wî yê zanîngehê me.

کۆدی بابهت: 57610 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۷ | کاتژمێر: 19 : 25

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: دوشنبه 17 خرداد 1395 ساعت: 23:22

صفحه بندی