Çekdarên DAÎŞ`ê li gundê On Dadatê ya li bakûrê Minbic komkujiyek pêk anîn.
Li gor rapora Kurdpress`ê, çavkaniyekê ji gundewarên Minbicê ji Bas News`ê re ragihand: Îro 6`ê hezîranê li gundê On Dadat ku dikeve navbera Minbic û Cerablusê, çekdarên DAÎŞ`ê piştî ku cilên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li xwe kiribûn û gundiyan jî pêşwaziya wan kirin, komkujiyek derheqê welatiyên sivîl de pêk anîn. Herwiha got: Heta niha nayê zanîn ku hejmara qurbaniyan çend kes e.
Li gorî heman çavkaniyê: Armanca DAÎŞ`ê ji vê komkujiyê ew e ku gundî û welatiyên sivîl werin tirsandin û pêşwaziya HSD`ê nekin.
Herwiha amje bi wê yekê jî kir ku çekdarên DAÎŞ`ê ji pirraniya gundên derdora Minbicê reviyane û berê xwe dane Reqayê.
کۆدی بابهت: 57609 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۷ | کاتژمێر: 19 : 10
برچسب:
نویسنده: استخدام کار