خرید بک لینک

Nûnerê Dayîmî yê Rûsyayê li NY, Vitaliy Çurkin got ku ji bo ku kurdên Sûriyeyê karibin beşdarî gotûbêjên Cenevê bibin, ew li bendê ne ku YE zextê li Tirkiyeyê bike. Çurkin Tirkiye wekî berpirsê pirsgirêkên Sûriyeyê nîşan da.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Spûtnîk`ê, Çurkin di civîna derbarê hevkariya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de ku di Konseya Ewlehiyê ya NY hate lidarxistin de axivî. Nûnerê rûsî diyar kir ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya ji hêla Tirkiyeyê ve bi awayekî aşkere tê estengkirin jî di nav de, divê muxalefeta Sûriyeyê di gotûbêjan de bi awayekî berfirehtir bê temsîlkirin.

Vitaliy Çurkin got: Em hêvî dikin ku hevparên me yên ewropî ji bo çareseriya pirsgirêkan zextê li Enqereyê bikin ku ev pirsgirêk û yên din ên krîtîk ji polîtîkayên wêrankerî û egoist yên ku Enqere li Sûriyeyê dimeşîne derdikevin holê.

کۆدی بابهت: 57612 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۷ | کاتژمێر: 22 : 22

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: سه شنبه 18 خرداد 1395 ساعت: 1:36

صفحه بندی