Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş got ku ‘Ez pir meraq dikim heke xwîna Erdoxan bidin ber têstê dê çi derkeve'. Demirtaş ev yek di bersiva bersiva Erdoxan de got ku wî derbarê parlamenterê Parlamentoya Federal a Almanyayê Ozdemir ku bi eslê xwe tirk e de gotibû ku `divê mirov xwîna wan di labaratoraê de tehlîl bike`.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demirtaş û Figen Yuksekdax beriya civîna Lîjneya Reveberiya Navendî ya partiya xwe de bersiva pirsên rojnamegeran dan.
Demirtaş li ser pirsekê, ragihand: Êrişên derbarê hevserokê Partiya Keskan Cem Ozdemir da ku piştî qebûlkirina Qirkirina Ermeniyan ji aliyê Parlamentoya Federal a Almanyayê ve ketin rojevê, nîjatperestî ne.
Demirtaş wiha dewam kir: ‘Ji xwe pênasîna tirkî, di serî de serokkomar û kesên ku nîjadiya tirkî dikin eşkere bû. Serokkomar bi daxûyaniya xwe ya dawiyê ev yeka teqez kir. Ev yek jî dide nîşandan ku tirktî li Tirkiyeyê nasnameyeke hevwelatîbûnê nîne, belkî girêdayê xwînê ye.
Demirtaş herwiha got: Eger Serokkomar tirktîyê bi xwînê ve kifş dike ez pirr meraq dikim ku heke ew xwîna xwe bide têstê dê çi encamek derkeve. Peyvek wiha nîjadperestî ku ji aliyê kesekî ne tirk ve tê kirin, bûyerek xemgîn e. her kes xwe çawa dibîne wisa ye. Eger xwe tirk dibîne tirk e, xwe kurd dibîne kurd e.
Hevserokê Partiya Keskan a Almanyayê Cem Ozdemîr jî bersiv da gotinên Erdoxan û got ku dereçaxî ne. Piştî ku pêşnûmeya derrbarê Qirkirina Ermeniyan de li Meclîsa Federal a Almanyayê hate qebûlkirin Ozdemir, rastî mesajên gefxwarinê hatibû.
کۆدی بابهت: 57625 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۸ | کاتژمێر: 9 : 33
برچسب:
نویسنده: استخدام کار