Serokkomarê Sûriyeyê Beşar Esed got: Bajarê Helebê dê bibe gora xeyalên serokkomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdoxan.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, serokê Sûriyeyê Beşar Esed piştî hilbijartinên 13`ê nîsanê bo cara yekem li parlamentoya nû ya wî welatî gotarek pêşkêş kir.
Beşar Esed di axaftinên xwe de ku bi awayê zindî ji televizyona fermî ya dewletê ve hat veguhastin, amaje bi birêveçûna hilbijartinên giştî li Sûriyeyê kir û anî ziman ku rêjeya bilind a beşdarbûna xelkê û herwiha hejmara zêde ya namzedan di hilbijartinan de bû sedema matmayîna hemî cîhanê.
Esed amaje bi destwerdanên Tirkiye û serokomar Erdoxan di nav karûbarên Sûriyeyê de jî kir û ragihand ku “rejîma faşîst a Erdoxan, bala xwe daye ser bajarê Helebê” û tekez kir: Erdoxan bo projeya dawî ya Îxwan Muslimîn (Birayên Misilman) hêviya herî dawî ye. Heleb dê ji bo wan hêvî û xeyalên Erdoxan bibe goristan.
Esed herwiha da xuyakirin: Êrişên terorîstî nikarin zirarê bigihînin yekîtiya axa Sûriyeyê. Li Sûriyeyê cidahiya mezheban mir. Êrişên terorîstî nikarin Sûriyeyê parçe bikin.
کۆدی بابهت: 57672 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۸ | کاتژمێر: 19 : 46
برچسب:
نویسنده: استخدام کار