Operasyona kontrolkirina Minbicê berdewam e û 4 xwekujan li gundê Qeata Mezin xwe teqandin.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Rûdaw`ê, di operasyona duh de hêzên Encumena Leşkerî ya Minbicê ketin nava gundê Qeata mezin û 4 xwekujên DAIŞê di nava gund de asê man.
Li gor agahiyan, îro wan her 4 kesan xwe teqandin.
Meclîsa leşkerî ya Minbicê da xuyakirin ku termê 18 çekdarên DAIŞ`ê li wî gundî ketine destê wan ku 12 jê xwediyê nasnameyên biyanî ne.
Herwiha li aliyê Bendava Tişrînê jî hêzên ser bi encumena leşkerî ya Minbicê ve gundê Xefşe ji destê DAIŞ`ê derxistin û kontrol kirin.
کۆدی بابهت: 57670 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۸ | کاتژمێر: 15 : 42
برچسب:
نویسنده: استخدام کار