خرید بک لینک

Civîna sêalî ya wezîrên berevaniyê yên Îran, Rûsya û Sûriyeyê ya taybet li ser mijara têkoşîna li hemberî têrorîsmê wê sibê li Têhranê bê lidarxistin.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê SAHAR TV`yê, li ser vexwendina fermî ya serdar Hisên Dihqan wezîrê, berevaniyê yê Komara Îslamî ya Îranê ji general Sergey Şovîgo wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê û sipehbod Fehed Casim Ferîc wezîrê berevaniya Sûriyeyê, civîna van her sê wezîran wê sibê pêncşemiyê, 9`ê hezîranê li Têhranê bê lidarxistin.

Di vê civînê de ku li gorî insiyatîfa Komara Îslamî ya Îranê wê bê lidarxistin, alûgurên herî dawiyê yên navçeyê û rêyên bihêzkirin û berfirekirina têkoşîna li hemberî têrorîsmê wê bên hilkolandin.

Îran û Rûsya ji piştgirên sereke yên dewleta Beşar Esed serokomarê Sûriyeyê di warê têkoşîna li hemberî têrorîstan li vî welatî de tên hesêb.

Îran di warê têkoşîna dijî têrorê de, rawêjkariya eskerî dide Sûriyeyê û Rûsya jî bi balafirên xwe yên şer bi destûra dewleta Şamê êrişî pêgehên têrorîstan, bi taybet DAÎŞ`ê dike.

کۆدی بابهت: 57727 | بهروار: ۱۳۹۵/۳/۱۹ | کاتژمێر: 18 : 18

برچسب: نویسنده: استخدام کار تاريخ: پنجشنبه 20 خرداد 1395 ساعت: 4:13

صفحه بندی